• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hereketa berxwedana Îslamî, derheqê vetoya Emrîkayê ya teklîfa agirbesta acîl a ji bo xezzeyê de daxuyanî da.

Ji teref HAMASê ve hat îfadekirin, rejima îşxalê herî dawîn li Beyt Lahiyayê êrîş pêk anît. Di vê êrîşê de 66 kes hatin qetilkirin. Ev yek encama qerara vetokirina Emrîkayê ya qerara teklîfa agirbestê ye.

Di daxuyanîya nivîskî de hat îfadekirin artêşa îşxalê li bakûrê Xezzeyê, ev nêzî 50 rojan e bê navber qetlîamên ku dibe sebeba qirkirinê pêk tîne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, rejima îşxalê derdorê nexweşxaneya Kemal Adwanê bombardman kiriye. Li gor agahîyên ewil 66 kes şehîd bûne. Gelek kes jî birîndar bûn. Rejima îşxalê desteka Emrîkayê jî dide paş xwe û qirkirinê zêdetir û kûr dike. Emrîka bi vetokirina teklîfa qerara agirbesta ji bo Xezzeyê ve bû sebeba qetlîama Beyt Lahiyayê û wê bi vê rengê ev qetlîaman dewam bike.

Hat destnîşankirin, li bakûrê Xezzeyê qirkirina sîyonîst xelkê Filistînê hedef digire. Ji bo ev qirkirin bê sekinandin, divê zext û zorî li ser rejima sîyonîst bê dayin.  Divê pêşî li plana sîyonîstan bê girtin ku xelkê Filistînê bi zorê ji cihên xwe neyên kirin. Ev mesûlyeta aîdê Saziyên Civaka Navnetewî û aîdê Saziyên Neteweyên Yekbûyî ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir