Ji Beyt Lahîyayê re Bombardîmanê îşxalê: 5 Şehîd û 15 birîndar
Balafirên îşxalê ji bakurê Xezzeyê re bi bombeyan êrîş li dar xist, di encamê de 5 kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bû.
Çapemenîya mehellî diyar kir ku piştî bomberdûmana îşxalkeran 5 kes şehîd bûn, herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê doh piştî nîvroyê gelek cîhên Xezzeyê bomberdûman kirin, di encamê de herî kêm 20 keş şehîd bûn gelek kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku li Hirbet el-Adasa bajara Refahê komekî sîvîl hatin hedefgirtin, di encamê de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Xezze ya Ewrûpayê re hatin rakirin.
Ji herêma El Attara başûrê Mewasîyeyê re jî balafirên îşxalê bombeyan avêtin, di encamê de 7 kes şehîd ketin.
Li Nuseyratê jî ji Dibistana Xalid Îbnî Welîd re êrîş hat lidarxistin, di wê êrîşê de jî 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)