• DOLAR 34.549
  • EURO 36.003
  • ALTIN 2998.132
  • ...
Di êrîşa bejahî ya li dijî Libnanê de 110 îşxalker hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raporê de hat daxuyandin ku ji îşxala bejahîyê ya ku ji 1ê Cotmeha 2024an li dijî axên Libnanê hatîye destpêkirin vir ve 110 sîyonîstên îşxalker hatine kuştin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di dema van êrîşan de hezar û 50 heb leşker û efser jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku îşxalker merhaleya duyemîn a êrîşa bejahîyê di 12ê Mijdara 2024an de dabû destpêkirin û di vê pêvajoyê de jî 18 leşkerên sîyonîst hatine kuştin, 32yê wan jî birîndar bûne. Hat îfadekirin di nav birîndaran de yên ku rewşa wan giran in jî hene.

Di heman demê de 5 tankên merkawayê û buldozerekî leşkerî hatine îmhekirin. Li gorî daxuyanîya Odeya Operasyona Tevgera Berxwedana Îslamî, ji destpêke êrîşan heta niha 48 tankên merkawayê, 9 buldozerên leşkerî, 2 wesayîtên leşkerî, 2 ekîpmanên bi zirx û 2 bargirên personelan hatine tunekirin.

Xeyn ji van agahîyan berxwedêran, 6 heb balafirên bêînsan yê hewayê ya ji tîpa Hermes 450, 2 balafirên bêînsan yê hewayê ya ji tîpa Hermes 900 û quadcopterekî aîdê rejîma sîyonîst jî xistine xwarê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir