• DOLAR 34.587
  • EURO 36.426
  • ALTIN 2986.17
  • ...
Îşxalkerên sîyonîst wesayîtên Filistînîyan qundax kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma terorê ya sîyonîst û çeteyên îşxalker li Şerîaya Rojavayê bi her awayî zilmên xwe bikartînin.

Çeteyên îşxalker ji bona ku Filistînîyan ji axên wan derbixin û îşxala xwe berfireh bikin, zilma her awayî ji Filistînîyan re rewa dibînin.

Herî dawîn çeteyên sîyonîst, li bajaroka Mezraaya ku nêzê bajara Ramallahê ye êrîş li dar xistin.

Komeke sîyonîst ku ji yekîneya îşxalê ya Horşayê ketin nav bajarokê, 3 wesayîtên aîdê Filistînîyan şewitandin. Di vîdeoyên ku di medyaya civakî de têne parvekirin de tê dîtin ku wesayîtên li Mezraa Garbîyeyê ne dişewitin.

Bajaroka ku tê qalkirin, dûçarê gelek êrîşên çeteyên sîyonîstan dibin ku ji wan êrîşan çend heb jî mînak tehrîbkirina ava wan, kevirkirina malên wan, şikandina camên wesayîtên wan in.

Nêzê du hefte berê çeteyên sîyonîst, li herêma senayî ya bajara El-Bîre ya Şerîaya Rojavayê êrîşan li dar xistibûn û 20 wesayîtên aîdê Filistînîyan şewitandibûn.

Filistînîyên ku li Quds û Şerîaya Rojava ya îşxalkirî dijîn, tim û tim dûçarê êrîşên çeteyên sîyonîst ên çekdar dibin.

Girtina rêyan, êrîşkirina mal û canên Filistînîyan ên ji teref îşxalkerên sîyonîstan ve li herêmê gengeşîyê zêde dike.

Êrîşên xwespkerên Cihûyîyan ên li dijî Filistînîyan zêde dibe, rayedarên qaşo yên rejîma îşxalker jî bi qestî van êrîşan nabîne û gohê xwe ji van bûyeran re digre. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir