Li Entabê li dijî FETOyê operasyon hat lidarxistin: 9 binçavî
Ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ê Entabê ve hat diyarkirin 9 şikdarên ku hatine îddîakirin di nav sazîya aborî ya FETOyê de fealîyetan dikin hatine qefaltin.
Di daxuyanîya ku derheqê mirovên hatine qefaltin de hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya me de ji teref Midûrtîya Şûbeya Micadeleya Terorê ve di dîroka 19.11.2024 de 9 şikdarên ku di nav Sazîya Aborî ya Rêxistina Terora Çekdar yê FETO/PDY de fealîyetan dikin hatine qefaltin, di malên şikdaran de û di 3 dikanên wan de lêgerîn hatine kirin, di encama lêgerînan de; 1 çekekî, 2 heb şarjor, 172 heb fişek û gelek amûrên dîjîtalî hatine bidestxistin.” (ÎLKHA)