Di êrîşa îşxalkeran de 3 leşkerên Libnanê canê xwe ji dest dan
Artêşa Libnanê, diyar kir ku di êrîşa îşxalkeran de 3 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.
Artêşa Libnanê, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku sîyonîstên îşxalker li bajaroka Sarafanda başûrê Libnanê navendekî artêşa wan hedef girtine.
Di êrîşê de 3 leşker canê xwe ji dest dan.
Li gorî çapemenîya mehellî, fuzeya îşxalê li avahîyekî nêzê navendê ketîye û di encama vêya de 16 kesan birîndar bûn. (ÎLKHA)