Ensarullah, keştîya “Anadolu S”ê hedef girt
Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew keştîya Anadolu Sê ku girêdayê Oras Shipping ê ku navenda wî Stenbolê ye, ji bona ku qedexeya têketina ji benderên Filistîna îşxalkirî re îxlal kirine hedef girtine.
Di daxuyanîya ku ji teref Ensarullahê ve hatibû belavkirin de hat destnîşankirin ku operasyonên wan ên destekdayîna ji gelê Filistîn û Libnana ku dûçarê zilmê dibin berdewam dikin.
Hat îfadekirin ku keştîya “Anadolu S” a li Behra Sor bi fuzeyên balîstîk û behrê hatin hedefgirtin û keştî rasterast îsabet girt.
Ensarullah weha got, “Keştî, ji bona ku ji hişyarîyên hêzên behrê re bersivê nedan û biryara qedexeya têketina bendarên Filistîna îşxalkirî îxlal kirîye hatîye hedefgirtin.”
Tevger, bal kişand ku ew ê ji îşxalkerê dijmin re dorpêça behrê berdewam bike û hemû keştîyên ku rasterast biçin wan û bi wan re kar bikin wê bêne hedefgirtin.
Keştîya Anadolu S ku li ser wî ala Panamayê hebû û aîdê fîrmaya “Oras Shipping” ku navenda wî Stenbolê, di navbera 17ê Mijdar û 18 Mijdarê de hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)