• DOLAR 35.392
  • EURO 36.514
  • ALTIN 2999.93
  • Öğleye 4 saat 35 dakika kaldı
Li Elmanyayê hema hema her roj pîrek têne kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî raporê piranîya delîlan nîşan dide ku pîrekên hatine kuştin piranîya wan an ji di nîqaşa nav malê de hatine kuştin an jî ji teref hevalên xwe ve hatine kuştin. Û ji sedî 68,6ê wan jî dûçarê şîddetê bûne.

Hat îfadekirin di sala 2023yan de 180 hezar û 715 pîrek dûçarê şîddeta nav malê bûne, li gorî sala borî jî ji sedî 5,6 zêdebûn çêbûye.

Wezîrê Karên Hindir yê Federalê Nancy Faeser, di civîna çapemenîyê ya ku ji bo belavkirina reporê hatibû amadekirin de axivî û weha got, “Şîddeta li djiî pîrekan me hemûyan eleqedar dike. Ji ber ku ew pîrek in dibin qurban. Ev rewşekî ku mirov nikare qebûl bike ye û çalakîyekî hevgirtî îcab dike.”

Di raporê de hat îfadekirin ku di sûcên cînsî de jî zêdebûn pêk hatîye û di sala 2023yan de 52 hezar û 330 pîrek mexdûr bûne, li gorî salekî berê jî ji sedî 6,2 zêdebûn çêbûye.

Faeser weha axavtina xwe dawî kir, “Bi tevî cezayên dijwar, ji bona ku failan xwe nekin şeklên dinê û bi vê şeklê nêzê pîrekan neynê û pîrek bi şekla ku ferq nekin nêzê wan neynê lazimatîya me ji perwerdehîya hemberîya şîddetê û bazinên nigan re heye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir