• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Îşxalkeran li Qudsê camîyekî xera kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ekîbên îşxalker bi tevî ekîbên Şaredarîya Qudsê  êrîşî herêmê kirin, camîyê dorpêç kirin û dûre jî bi wesayîtên kar dest bi xerakirinê kirin. Camî bi temamî hat xerakirin.

El Şîyah Camîî, li ser 80 metreyî hatibû lêkirin, yek qatî bû û hewşa wî hebû. 20 sal berê, şênîyên herêmê ji bona ku ji xwe re nimêj bikin û dersa Quranê bigrin ev camîyê lêkiribûn. Di heman demê de camî ji komeleyekî bi navê “Ketatîp el-îman” re ku fealîyetên ziberkirin û hînbûna sinnetê dikir re jî malvanîyê dikir.

Xerakirina camîyê, di çarçoveya astengkirina înşeatê ya li Qudsê de hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir