• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Qetlîamên rejîma îşxalker a li Libnanê berdewam dike: 35 şehîd, 143 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima qatil a qirker, li Libnanê bênavber êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne.

Balafirên herbê yên sîyonîstan, li Libnanê di nav 48 seatên dawîn de herî kêm 300 êrîşên asîmanî li dar xistin.

Di êrîşên asîmanî de 35 kes şehîd bûn, 143 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, bi tevî êrîşên dawîn ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li Libnanê hejmarê şehîdan derket 3 hezar û 516an, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 929 kesan.

Îşxalkeran ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve 13 hezar û 522 êrîşên asîmanî li dar xistin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di navbera 23yê Îlonê-18ê Mijdarê de hejmarê mirovên ku ji Libnanê derbasê Sûrîyeyê bûne 610 hezar kes in.

Hat îfadekirin ku ji ber bombeyên fosforê 65 hezar darên zeytûnê tune bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir