Rejîma sîyonîst êrîşî Nablusê kir: 1 şehîd, 5 êsîr
Rejîma îşxalker a sîyonîst li bajara Nablusa Şerîaya Rojava êrîş li dar xist, di êrîşê de Filistînîyekî şehîd bû, 5 Filistînî jî hatin êsîrgirtin.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku artêşa qaşo yê rejîma terorîst, êrîşî Nablusê kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji Taxa Mesakîn eş-Şabîyyeyê Nur Ahmed Mustafa Arfatê 18 salî piştî ku ji singê xwe, zikê xwe û milê xwe birîndar bû şehîd ket.
Li gorî WAFAyê, îşxalkeran li herêma el-Malîha Bakurê Axwarê 3 kesan, li bajaroka Bartaaya Cenînê jî bav û kurekî êsîr girtin. (ÎLKHA)