Ji Ukraynayê re êrîşa fuzeyê hat kirin: 19 mirî, ji 100î zêdetir birîndar
Hat diyarkirin ku di êrîşa bi fuzeyan a Rûsyayê ya li ser bajarên Odesa û Sûmiyê yên Ukraynayê de herî kêm 19 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
![Ji Ukraynayê re êrîşa fuzeyê hat kirin: 19 mirî, ji 100î zêdetir birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/SATlh9Syx4jtNHd_3Q42efGEJmM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/47/ji-ukraynaye-re-erisa-fuzeye-hat-kirin-19-miri-ji-100i-zedetir-birindar-f330b147.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Sûmiyê, yek ji wan mûşekan li avahiyeke neh qatî ya li navçeyeke niştecihbûnê ya qelebalix ket, ya din jî li binesaziya krîtîk ket û bajar bê ceyran hişt.
Hat diyarkirin ku di êrîşa bi fuzeya balîstîk a Rûsyayê ya li bajarê Sumy yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê de herî kêm 11 kes mirin û 89 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşan de herî kêm 6 avahiyên apartmanan û 14 wesayit zirar dîtin û nêzî 400 kes neçar man ku ji cihê bûyerê bên derxistin.
Şaredarê Odesayê Gennadiy Trukhanov diyar kir ku Rûsyayê bi fuzeyê avêtiye avahiyeke niştecihbûnê ya ku qada bazirganiyê ye û diyar kir ku heta niha 8 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)