Betlaneya 9 rojî bidawî bû: 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
![Betlaneya 9 rojî bidawî bû: 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/vHWRvQYIJ_Acghb4Jy_VHBk4j9M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/47/betlaneya-9-roji-bidawi-bu-20-milyon-xwendekar-pisti-tatile-iro-dest-bi-mektebe-kirin-c20ef3a1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
20 milyon xwendekarên girêdayê Wezareta Perwerdehiyê bi dawîbûna tatîla 9 rojî ya 2024-2025an dest bi perwerdehiyê kirin.
Xwendekaran piştî tatîla 9 rojî ya navberê, kelecana dest bi xwendin û perwerdehiyê kirin.
Tatîla nîvê salê jî wê di 20 Çileyê roja duşemiyê destpêbike û hetanî 31ê Çile ya sala 2025an bidawî be.
Heyama duyemîn jî wê di 3ê Sibata sala 2025an de destpêbike û hetanî 20 Hezîrana sala 2025an dewam bike.
Tatîla heyama duyemîn jî wê di 31ê Adara sala 2025an despêbike û hetanî 4ê Nîsana 2025an roja Înê dewam bike. Wê heyama perwerdehiya 2024-2025an hetanî 20ê Hezîrana sala 2025an temam bibe.
LGS wê di 15ê Hezîranê de, YKS jî di 21-22ê Hezîranê de bê kirin. (ÎLKHA)