Ukraynayê destûr da ku mûşekên Emrîka li dijî Rûsyayê bikar bîne
Rêveberîya Joe Biden bikaranîna çekên dûravêj ên ku ji Ukraynayê re tên şandin ji bo lêdana hedefên li Rûsyayê pejirand.
Emrîka di dawiyê de daxwaza israra Ukraynayê ya bi mehan qebûl kir.
Hat ragihandin ku rêveberiya Serokê Emrîkayê Joe Biden destûra pêwîst daye Ukraynayê ku li dijî Rûsyayê mûşekên dûravêj ên Emerîkayê bikar bîne.
Ev biryar destûr dide artêşa Ukraynayê ku ji bo parastina leşkerên xwe yên li herêma Kurskê ya Rûsyayê, Sîstema Moşekên Taktîkî ya Artêşê ya ku bi navê ATACMS tê naskirin, bikar bîne.
Hat diyarkirin ku Ukrayna piştî vê pêngava Washingtonê plan dike ku di rojên pêş de êrîşên xwe yên ewil ên dûravêj pêk bîne.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski ji Emerîka xwest ku ronahîya kesk bide bikaranîna çekên dûravêj ji bo lêdana armancên leşkerî yên di nav sînorên Rûsyayê de.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî dabû ku bikaranîna fuzeyên menzîl dirêj ên Emerîkayê dê şer gurtir bike. (ÎLKHA)