Komên li Iraqê Eîlatê hedef girtin
Komên berxwedanê yên li Iraqê, di dema şebeqê de li Em El Raşraşa başûrê Filistîna îşxalkirî bi ÎHAyê hedef girt.
Di daxuyanîya ku ji teref Iraqê ve hat belavkirin de, hat desntîşankirin ku li dijî dijimin operasyonên bi lez berdewam dikin.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya destekdayîna ji gelê Xezze û Libnanê re de, ji Eîlata Filistîna îşxalkirî re bi balafirên bêmirov ên hewayî ve opersyon hat lidarxistin.
Artêşa îşxalê, operasyona ku hat kirin qebûl kir û îfade kir ew ÎHAyekî ku ji rojhilatê ji Eîlatê re hatîye şandin qefaltine. (ÎLKHA)