• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Berpirsîyarê Çapemeniyê ya Hizbullahê Afîf di êrîşa îşxalkeran de şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elî Hîcazîyê sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baasê ya Lubnanê, ji televîzyona Mayadin re ragihand ku Husên Mihemed Afîfê Berpirsîyarê Têkilîyên Medyayê yên Hizbullahê, di avahiyeke partiya Bas de hatiye şehîdkirin.

Hîcazî da zanîn ku beriya niha jî Mihemed Afîf rastî gefan dihat û rejîma îşxalê hewl dide dengê berxwedanê di medya, siyaset û her derê de bikuje.

Hîcazî anî ziman ku Afîf "bi çekan şer nake û serokatiya yekîneyeke leşkerî ya Hizbullahê nake", Hîcazî tekez kir ku ew "serokatîya yekîneyeke medyayî dike."

Hîcazî diyar kir ku avahiya ku hatiye hedefgirtin aîdî Partiya Baas a Ereb a Sosyalîst e û ji aliyê wê ve tê birêvebirin û destnîşan kir ku di avahiya ku hatiye hedefgirtin de sivîl tune ne.

Hîcazî diyar kir ku di nava şer de rêveberiya Partiya Sosyalîst a Ereb a Baas gelek civîn li avahiyê pêk anîn û ev yek ji aliyê her kesî ve hat zanîn û got, "Em li kêleka berxwedanê ne û em bimînin yan nemînin wê ev berxwedan bi ser bikeve. "

Televîzyona El Meyadîn ragihand ku di encama êrîşa îşxalê ya li dijî baregeha Partiya Sosyalîst a Ereb a Baas a li Ras El-Nebaa ya Beyrûtê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir