• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Weqfa Êtîman, li Entabê cil da zarokên êtîm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnertiya Weqfa Êtîman a Entabê di çarçoveya kampanyaya " Botek û Montek " de ji bo ku zarok ji ber nêzîkbûna demsala zivistanê serma nebin, zarokên êtîm dan xwe kirin.,

Endam û dildarên Weqfa Êtîman zarokan ji malên wan birin dikana cilûbergan, cil û berg li wan kirin û piştre wan birin malên wan.

“Êtîm emanetî me ne”

Eyup Yuzgeçê Temsîlkarê Entabê yê Weqfa Êtîman got ku ew cil dane 110 zarokên êtîm û wisa got, “Weke ku hûn jî dizanin zivistan hat em wek Weqfa Êtîman a Entabê di çarçoveya “Botek û Montek” de ji 110 birayên êtîm re çîz û qapûtan didin. Ez teşekkurî xêrxwazên me yên ku di vê mijarê de alîkariya me kirin dikim.”

Zarokên êtîm jî teşekkurî Weqfa Êtîman û xêrxwazan kirin. (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir