• DOLAR 34.598
  • EURO 36.612
  • ALTIN 2930.241
  • ...
Li Hindistanê di nexweşxaneyeke jidayikbûnê de şewat derket: 10 pitik mirin, 16 jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di şewata ku li Yekîneya Lênêrîna Zêde ya Neonatal (NICU) ya Zanîngeha Bijîşkî ya Maharani Laxmi Bai ya li Jhansi, Uttar Pradesh, yek ji mezintirîn nexweşxaneyên li herêma Bundelkhand a Hindistanê ye, derket de herî kêm 10 pitik mirin û 16 pitik jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku di dema bûyerê de 54 pitikên ku temenê wan ji rojekê heya yek mehî ye di NICU de hebûn.

Midûrê Navçeyê (DM) Avînaş Kumar mirina 10 pitikan piştrast kir û da zanîn ku 16 jî bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê. Kumar got, "Rewş gelekî trajîk e. Dema ku gelek zarok hatin rizgarkirin, hejmara miriyan dilgiran e."

Tevahîya şevê ji aliyê îtfaîye, xebatkarên nexweşxaneyê û polêsan ve xebatên rizgarkirinê hatin kirin.

Rayedaran diyar kirin ku li gor tespîtên ewil şewat ji ber qutbûna tesîsa elektrîkê derketîye û ji bo ku bê îhmalkarî di bûyerê de heye lêkolîneke berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir