Berxwedana Iraqê li Eîlatê hedef girt
Berxwedana Iraqê bi balafirên bê mirov li dijî Um El-Reşraş (Eilat) ya îşxalkirî operasyonek li dar xist.
Hat ragihandin ku ji aliyê Berxwedana Iraqê ve li herêmên îşxalkirî operasyonek hatiye lidarxistin.
Hat diyarkirin ku di operasyona ku di saetên serê sibê de hat lidarxistin de bajarê Um El-Reşraş (Eîlat) a dagirkirî bû hedef.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê de pêgerên hewayî yên bêmirov hatine bikaranîn.
Hat diyarkirin ku operasyona ku "berdewama têkoşîna dijî rejima îşxalker" e, "ji bo piştgirîkirina Filistîn û gelê Lubnanê û berterefkirina qetlîamên ku ji teref sîyonîstan ve li dijî zarok, pîrek û îxtîyaran tên kirin hat kirin.” (ÎLKHA)