• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Evîndarên Pêxember li Stenbolê bernameya "Meha Mijdarê Meha Sehabeyan" li dar xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Bernameya ku "Stêrkên ku rêya me ronî dikin" li Navenda Çandê ya Mustafa Oncel a Sancaktepeyê hat lidarxistin de qala jiyana Saîd Bin Zeyd hat kirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Ahmet Dînç ve hat xwendin dest pê kir, Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Suleyman Kizilçinar ji jiyana Saîd Bîn Zeyd çend beşan got, wî îfade kir ji bona ku fêhma Tewhîdê bê fêhmkirin divê mirov li Zeyd Bîn Amrê ku bavê Saîd Bîn Zeyd e bê nihêrtin.

Kizilçinar îfade kir ku hêj dema ku Pêxemberê me nehatîye, Zeyd di nav lêgerîna pêxember de bûye, ji bona vêya jî heta Şamê çûye, di zivîrê de jî ji teref Qabîleya Cûzamê ve di encama îxanetekî de şehîd bûye.

Kizilçinar îfade kir ku Hezretî Zeyd berîya şehadetê Pêxemberê me nedîtîye, ji ber vê yekê ji bona ku kurê wî Saîd Pêxemberê me bibîne dua kirîye. Kizilçinar îfade kir ew duaya ku ji dil û can hatîye kirin hatîye qebûlkirin, bi vê şeklê kurê wî Saîd jî û ji Misilmanên ewil.

Kizilçinar li ser meseleya navborî destnîşan kir ku duayên dê û bavan ji bo zarokên xwe pir bi qîmet in û bal kişand ser girîngiya ku dê û bav ji dil dua bikin ku zarokên xwe bibin mirovên edalet û ji bo mezinkirina wan bi duaya devkî têbikoşin.

Bernameya ku ji bo pêşbirka Sîyerê stand hat vekirin bi nimêja ku ji teref Ersîn Gergûş ve hat kirin bi dawî bû. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir