Wesayît li qamyonê qelibî: 2 mirî, 1 birîndar
Li Enqereyê wesayîtek li qamyona parqkirî qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.
Qeza, li ser rêya Enqere - Eskîşehîrê pêk hat.
Wesayîta ku di bin îdareya N.Ş. de bû, li alîyê Taxa Uçpinarê ji ber ku lastîka wî teqîya li qamyonê qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de, 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.
Mirovê birîndar, bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Dewlet a Polatliyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)