Li Portekîzê şilîya zêde bû sedema lehîyê
Li Portekîzê baraneke dijwar barîya, di encamê de kolan û cedde di bin avê de man.
Li herêma Algarveya başûrê Portekîzê barana dijwar bû sedema lehîyê.
Li navçeya Albufeirayê kolan di bin avê de man.
Ji ber baranê li navçeyê dikan di bin avê de man, li herêma Moncarapachoyê jî wesayît bi avê ve çûn.
Li herêma Faroya başûrê welat jî elarma lehîya dijwar hat dayîn. (ÎLKHA)