• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erhdejek pêk hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî erdheja ku di mezinahîya 4,9an de li Meletîyê pêk hat, erdhejekî dinê jî li Rîzeyê çêbû.

Ji teref Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) ve hat diyarkirin ku li navçeya Hemşîna Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.

Erdhej di seat 12.02yan de 12, 85 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

Li Hemşîna Rîzeyê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hatîye, derheqê erdhejê de ekîbên me yên AFADê û sazîyên eleqedar bi lez û bez dest bi lêgerîna sehayê kirine. Erdheja ku pêk hat li bajarên derdorê jî wek Artvîn, Bayburt, Erzirom û Trabzonê jî hat hîskirin.

Li gorî diyarîyên ewil heta niha bûyerekî çênebûye. Ji ber tirsê 2 bangên tenduristîyê hatîye standin.

Ez ji welatîyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîyê pêşkêş dikim.

Xwedê wekatê me û gelê me ji afetan mihafeze bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir