• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Sîyonîstên îşxalker êrîşî Sûrîyeyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa nûçeya rejîma Sûrîyeyê SANA, daxuyand ku rejîma îşxalker li Humusê hinek herêman hedef girt.

Di xeberê de hat îfadekirin ku di encama êrîşê de mirî û birîndar hene, xeyn ji vana zayîadên meddî jî çêbûye.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin, li navçeya Kusayraya başûrê Humusê 3 êrîş hatîye lidarxistin.

Di êrîşan de, li ser rêya Şînşarê wesayîtekî, nuqteya kontrola rêya Daba ya ku Pira Defê girêdayê Libnanê dike hatin hedefgirtin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşan de herî kêm 15 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Tê îfadekirin Pira Defê ku li ser Çemê Asî ye, ji teref Hîzbullahê ve di navbera Kusayr û Libnanê de ji bo sewqîyata leşkerî û lojîstîkî tê bikaranîtin.

Rejîma îşxalker ji sala 2011an herba navxweyî ya Sûrîyeyê vir ve ji hinek cîhan re êrîşan li dar dixe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir