• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Libnan û Xezzeyê 11 efser û leşkerên sîyonîst hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, daxuyand ku di pevçûnên li Libnanê de 6 leşkerên wan ji teref Hîzbullahê ve hatine kuştin, gelek leşkerên wan jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref berdevktîya artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di dema pevçûnên li başûrê Libnanê de 6 leşkerên wan hatine kuştin.

Hat îfadekirin leşkerên ku hatine kuştin ji Tûgaya Golanî ya Tabûra 51emîn bûne û ew yek efsereke fermandarê mifrezeyê û 5 heb jî leşker bûne.

Hat destnîşankirin kemîna ku ji teref Hîzbullahê ve hatibû danîn doh di seat 10.00an de pêk hatibû, mirî û birîndar jî nêzê pevçûna ku 3 seat berdewam kir şûn ve hatin tehlîyekirin.

Çapemenîya qaşo yê rejîma îşxalker, destnîşan kir ku li Xezze û Libnanê di nav 48 seatên dawîn de di encam pevçûnan de 11 efser û leşkerên îşxalker hatine kuştin, herî kêm 10 leşker jî birîndar bûne.

Ji destpêka herbê vir ve ji Tûgaya Golanîyê 103 leşker hatine kuştin.

Artêşa qaşo yê rejîma sîyonîst, hejmarê leşker û efserên xwe yên ku mirine ji raya giştî veşêr dide.

Çapamenîya qaşo yê sîyonîstan jî encax qasî ku sîyonîst îzîn bidin dikarin reqeman diyar bikin.

Li gorî reqemên ne fermî hejmarê mirî û birîndaran bi hezaran tê îfadekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir