NY: îsraîl asteng dike ku alîkarî biçin bakurê Xezzeyê
Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku rejîma îşxalker a sîyonîst sewqîyatên ku alîkarîyên însanî yên ku berê hatibûn plankirin bikevin nav Xezzeyê asteng dike.
Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, îfade kir ku bi tevî sewqîyata alîkarîyê ku NY doh û îro plan kiribû ku ji Beyt Lahîya, Bey Xanûn û Cîbalîyeyê re av û xwarinê bibe, di heman demê de hatibû armanckirin ku ji zarokan re destek bê dayîn.
Dujarric, diyar kir ku rejîma sîyonîst 6 mîsyona alîkarîya însanî ya ku ji berê ve hatibû plankirin bikeve nav bakurê Xezzeyê asteng dike.
Dujarric, destnîşan kir ku plana şandina av, xwarin û xizmeta tenduristîyê ya NYyê ji bo vê mehê ji Xezzeyê re an hatîye astengkirin an jî hatîye betalkirin. (ÎLKHA)