Îşxalkeran Xezzeyê bombebaran kir: 11 şehîd
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşî Beyt Lahîya, Refah û Nuseyratê kirin, di encama bomberdûmanê de herî kêm 11 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên herêmî îşxalkeran, li Beyt Lahîyayê du herêman bombebaran kirin, di encamê de 9 kes şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku ji bomberdûmanan yek li nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê li dijî komekî sîvîl hatîye kirin û di encamê de 5 kes şehîd bûne; ya duyemîn jî li Beyt Lahîyayê ji malekî re hatîye lidarxistin û di encamê de 4 kes şehîd bûne.
Hat îfadekirin ku li Rehafê jî ÎHAyek êrîş li dar xist û di wê êrîşê de jî kesekî şehîd bû.
Xeyn ji van agahîyan du roj berê di êrîşa Nuseyratê de qîzikeka 10 salî birîndar bûbû û îro şehîd ket. Hat hînbûn ku malbata qîzik şehîd bûne û birekî wê tenê maye ew jî birîndar e. (ÎLKHA)