Li Xezzeyê 4 sîyonîstên qatil hatin kuştin
Qatilên sîyonîstên îşxalker, daxuyand ku li Xezzeyê 4 leşkerên sîyonîst hatine kuştin.
Sîyonîstên îşxalker, îfade kir ku doh li Xezzeyê 4 leşkerên ku ji Tabûra Pîyade ya 92yemîn a Tûgaya Kfirê ne ji teref berxwedêran ve hatine kuştin.
Îşxalkeran di daxuyanîyê de îfade kirin ku; Serçawîş Ofir Eliyahu, Serçawîş Orr Katz, Serçawîş Nave Yair Asulin û Serçawîş Gary Lalhruaikima Zolat hatine kuştin. (ÎLKHA)