Îşxal gundên Şamê bombebaran kir: 7 mirî 20 birîndar
Sîyonîstên îşxalker li dijî herêma Zeyneba alîyê çîyayî ya Şamê êrîş li dar xist, di encama êrîşê de 7 sîvîl canê xwe ji dest dan, 20 sîvîl jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa Fermî ya rejîma Sûrîyeyê SANAyê doh di seat 17.00an de ji alîyê Tepikên Golanê ji teref îşxalkerê dijmin ve êrîşeke asîmanî hat destpêkirin.
Di êrîşê de li herêma Seyyîde Zeynebê avahîyekî hat hedefgirtin; di navbera wan de zarok û pîrek jî hene 7 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)