Li Xarpêtê 1,5 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li Xarpêtê di nav wesayîtekî ku ji teref polêsan ve hatibû sekinandin de 1,5 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin.
Ji teref ekîbên Midurtîya Şûbeya Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Midûrtîya Ewlehî ya Xarpêtê ve wesayîtek hat sekinandin û di nav de lêgerîn hat kirin, di encama lêgerînê de li alîyê baxajê 1 kîlo 587,24 grem metamfetamîn hat bidestxisitn.
Di encama operasyonên ku li navenda bajêr hatin lidarxistin de jî, 46,73 grem esrar, 43,45 grem metamfetamîn, 44 heb meddeya dermanxane ya sentetîkê, 1 heb terazî, çekekî bê rihset û 5 heb fişek, 2 heb pompelî û 3 heb gule hatin bidestxistin.
Di bûyeran de 16 şikdar hatin binçavkirin û ji wan jî 7 kesên wan hatin girtin. (ÎLKHA)