• DOLAR 34.629
  • EURO 36.241
  • ALTIN 2922.333
  • ...
Li Efxenîstanê bi sedan bendewar baş bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ofîsa Alîkarê Wezîrê Mucadeleya Dijî Tiryakê ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Mîrtîya Îslamê ya Efxenistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi tevahî 500 bendewarên ku li paytext Kabîlê li navendeke rehabîlîtasyonê dihatin dermankirin baş bûn û bi malbatên xwe re hatin cem hev.

Di vê navberê de polîsan diyar kir ku wan 126 kesên ku bi tiryakê ve girêdayî ne girtine û ji bo dermankirinê sewqî navenda rehabîlîtasyonê ya li Kabîlê kirine.

Mîrtîya Îslamî ya Efxenistanê piştî ku welat ji bin îşxala Emerîkayê rizgar kir, li dijî hilberîn û bikaranîna madeyên hişber mucadeleyeke mezin da destpêkirin.

Mîrtî, ji bilî birina bikarhênerên narkotîkê bo navendên rehabîlîtasyonê, çandiniya pok û bi mebesta ku welat ji bela û tiryakê dûr bixe bazirganiya narkotîkê qedexe kiriye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir