Li Garayê 3 endamên PKK hatin kuştin
Wezareta Parastinê ragihand ku li herêma Garayê 3 endamên PKK hatine kuştin.
Di daxuyaniya ku ji teref wezaretê ve hat kirin de hat ragihandin, 3 endamên PKK ku Hêzên Çekdar ên Tirk li herêma Garayê wan tesbît kiribû hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, “Em ê ji bo jinavbirina terorê li çavkaniya xwe operasyonên bêpêşbînî, nekonvansîyonel, bilez û domdar bidomînin.” (ÎLKHA)