Tuxayên Qassamê li Beyt Lahiyayê îşxalkeran têk dibin
Baskê leşkerî yê HAMASê Tuxayên Qassam ragihand ku wan di operasyonên ku li herêma Beyt Lahiya li bakurê Şerîda Xezzeyê kirin de 15 îşxalker bêbandor kirin û kuştin.
Tuxayên Qassamê yên ku li bakurê Xezzeyê ku di bin êrîş û dorpêça tund a sîyonîstên îşxalker de ye berxwedaneke mezin nîşan didin, hêzên îşxalker û wesayîtên wan îmha û bêbandor dikin.
Tuxayên Qassam di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku mucahidîn li herêma El-Baraka li rojavayê Beyt Lahiyayê bi hêzên piyade yên siyonîst re ketin pevçûnê û di encamê de hatin kuştin û birîndarkirin.
Qassam her wiha bal kişande ser wê yekê ku wan du wehuhestiyên leşkerî yên siyonîst bi roketên "Yasîn 105" û "Tandem" û bi bombeyeke "radiye" li nêzîkî Mizgefta Şehîd Îmad Akel li navenda kempa Cîbaliyeyê li bakurê Şerîda Xezzeyê hedef girtin. (ÎLKHA)