Li Şerîaya Rojava êrîşa îşxalê: Şehîdek û çend birîndar
Sîyonîstên îşxalker, li bajara Tubasa Şerîaya Rojavayê êrîşî derdorê kir, di encamê de kesekî şehîd bû gelek kes jî birîndar bûn.
Leşkerên îşxalê li bajarroka Akabeya Tubasê mala malbata El Misrîyê dorpêç kirin û gule reşandin.
Di êrîşa îşxalê ya ku li herman herêmê hat lidarxistin de 2 kesên ku 50 û 49 salî de bûn birîndar bûn. Li herêmê 2 kes jî hatin êsîrgirtin.
Îro di dema şebeqê de jî hêzên taybet ên sîyonîstan bi dizî ketin nav bajaroka Akabeyê û malê dorpêç kirin.
Xeyn ji van agahîyan di êrîşa ku li nêzê El Rasa nêzê El Huseynaya El Xelîlê de jî hinek kes hatin birîndarkirin û êsîrgirtin. (ÎLKHA)