• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rejîma îşxalker konên ku sîvîl di nav de bûn bomberdûman kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst, ji êvarê ve li çend cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li herêma El Mewasîya rojavaya Xan Yûnisê ku tê îddîakirin cîhê ewle ye, konên ku sîvîl di nav de diman hat bombekirin.

Di êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin dibe ku ji ber êrîşî hejmarê şehîd û birîndaran zêde bibe.

Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê 17 hezar û 210 jê zarok, 11 hezar û 742 jê pîrek tev de 43 hezar û 508 Filistînîyan şehîd kir, 102 hezar û 684 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir