Li Koreya Başûr kelek bin av bû: 2 mirî, 12 winda
Li Koreya Başûr kelekek a masîvanan ku di nav de 27 kes hebûn, li peravên Girava Jejuyê bin av bû, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kes jî winda bûn.
Qeza, li peravên Girava Jejuya Koreya Başûr pêk hat.
Hêzên Ewlehîya Sehlê ya Jejuyê, daxuyand ku keleka bi navê Geumseong ku 129 ton e û di nav de 16 jê ji Koreya Başûr û 11 jî biyanî tev de 27 mirettebat hene bin av bû.
Hat îfadekirin ku ji herêma qezayê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin, di encama xebatan de 2 jê şiûrên wan girtî tev de 15 kes bi saxîtî hatin xelaskirin.
Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê ji Koreya Başûr û 2 kes jî biyanî tev de 12 kes jî winda bûn û ji bo wan xebat didomin.
Hat îfadekirin ku sedema bin av bûna kelekê nayê zanîn û ji nişka ve bin av bûye. (ÎLKHA)