Wesayît û pîqabek li hev qelibîn: 10 birîndar
Li navçeya Kolika Semsûrê wesayîtek û pîqabek li hev qelibîn, di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Kolik-Gergerê pêk hat.
Di encama qezaya ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)