• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Tirkîye, mecbure ku bertekên xelkê gohdar bike!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di Meclîsê de civîna çapameniyê lidarxist û rojeva Filistînê nirxand.

Demîr derbarê qetlîamên rejîma îşxalker a sîyonîsta ku dewam dike û li ser maseyê muzakereyên didomin de nirxandin kir û li dijî planên Emrîka û rejîma sîyonîst hişyarî da.

Demîr, “Rejîma îşxalker a ku li Lubnan û Xezzeyê li dijî berxwedêran wendayîyan dide û nikare pêşde biçi Emrîkayê ji bo alîkarîya wan bike qaşo agirbest dabû ser masê. Emrîkayê berîya niha lihevkirinek pêşkêş kiribû û ji teref HAMASê ve hatibû qebûlkirin di şûna vê yekê de lihevkirinek ji polîtîqayên rejîma îşxalker re xizmetê dike pêşkêş dike. Li ser maseyê li dijî Emrîkayê welatên li herêmê hewceye daxwaz û menfeatên Lubnan û Filistînê muhafeze bikin û biparêzin.”

Demîr bertek nîşanê serokê dewletên bi sîyonîstan re hevkariyê dikin da û ji bo korîdora însanî li bakurê Xezzeya di bin dorpêçê de ye bê vekirin bang kir: “Rêvebirên welatên herêmê dixwazin ku rejîma sîyonîst HAMASê têk bibe û bi eşkere dibêjin ku em ê ji bo Xezzeyê tiştekî nekin ev saleke qirkirina tê jiyandin jê berpirsyar in. Raya gişti ya misilmanên alema Îslamê û hemû kesên xwedî wijdan, xelkê Filistîn û Lubnana ku ji însafa rejîma îşxalker re hatîye terqkirin bibin destek  bi taybetî ji bo li bakurê Xezzeyê korîdora însanî bê vekirin em dawet dikin ku di rojevê de bihêlin û rojevê çêbikin.”

Demîr derheqê îddîayên Tirkiye bi rejîma îşxalker re tîcaretê dike de jî axivî û weha got: “Rejîma îşxalker a ku li orta alema Îslamê qirkirina wahşî pêk tîne didomîne lê ji Tirkiyeyê hinek îddîayên wahîm di rojevê de cih digre. Digel Wezareta Bazirganîyê eşkere kir ku bi rejîma îşxalker re me tîcaret qut kiriye lê îddîayên tîcaret li ser Filistînê tê dewam kirin hene. Gelek welatan şîrketa ZÎM a aîdê rejîma îşxalkera ku muhîmatên eskerê hildigre re mueyîdeyan tetbîq dike li bênderên Tirkiyeyê bi rêkûpêk seferan pêk tîne.”

Şahzade Demir dı dawiya axavtına xwe de weha got:

“Protestoyên li dijî van polîtîqayan rexne dike bi hêz û qûwetê tên kontrolkirin û hemwelatîyan neheqî digrin. Di herî dawîn de li Bêndera Ambarli yê konteynirên aîdê ZÎMê diçû Heyfayê hemwelatîyên pêşiya wê birî li dijî hemwelatîyan gule hatiye berdan. Di vê qirkirinê de hewceye Tirkiye bertek û nerazîbûnê xelkê gohdar û dîqet bike. Rejîma sîyonîst Tirkiye jî daxîl ger ji bo hemû herêmê tehdîdek eşkere ye û sûcê qirkirinê pêk tîne, bi vê rejîmê re bi kîjan sebeb û bahaneyan gelo têkilî tên dewamkirin?” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir