Li Spanyayê operasyona tiryakê: 13 ton kokaîn hat bidestxistin
Li Bendera Algecirasa Spanyayê, di nav keştîyekî ku ji Ekvadorê dihat de 13 ton kokaîn ku di nav mûzan de hatibûn veşartin hatin bidestxistin.
Di opersayona ku di dîroka Spanyayê de operasyona herî mezin e de, 13 ton kokaînên ku di nav muzan de hatine veşartin hat bidestxistin.
Hat îfadekirin ku ev kokaîna ku hatîye bidestxistin di dîroka Spanyayê de hejmara herî mezin e.
Polêsên ku di dema operasonê de 5 êrîşan li dar xistin, li bajara Toledoyê pîrekekî bidestxistin.
Hat destnîşankirin şîrketa ku îxracata tiryakê kirîye di nav qeydên polês û gimrikê de hebûne û du rayedarên ku revîyane jî têne lêgerînkirin.
Li Spanyayê tiryaka herî mezin di sala 2023yan de wek 9.4 tonê hatibû bidestxisitn. (ÎLKHA)