Li Efxenistanê laboratuwara tiryakê hat îmhekirin
Polêsê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji 21 laboratuwarên tiryakê re operasyon li dar xistin, 20 qaçaxçîyên tiryakê binçav kirin.
Wezareta Karên Hindir yê Emîrtîyê, di du daxuyanîya ku belav kir de, diyar kir ku polêsê micadeleya bi tiryakê re li 8 wîlayetan ji laboratuwarên tiryakê re operasyon li dar xisitn.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 21 laboratuwar jî hatin îmhekirin, 20 şikdarên ku tê îddîakirin tevlî firotina tiryakê bûne jî hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê de gelek amûrên ku pê tiryak têne çêkirin jî hatin bidestxistin.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, dema ku welat ji îşxalê xelas kir dest bi micadeleya bi tiryak û qaçaxçîtîyê re kir. (ÎLKHA)