• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Fîlîpînanê elarma Bagera Yinxingê hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin ku ji ber bahoza Yinxing a ku tê texmînkirin li gelek deverên Filîpînanê baran û bayê zêde bibare, herî kêm 160 hezar kes ji bo sitargeh û herêmên ewle hatin tehliyekirin.

Saziya Hewayî ya Sivîl a Fîlîpînan (CAAP) ragihand ku herî kêm 6 sefer hatin betalkirin.

Gelek serwîsên ferîbotan wek tedbîr hatin betalkirin, û hinek dibistan û cihên kar bi awayekî demkî hatin girtin.

Rêveberiya Xizmetên Atmosferîk, Jeofîzîk û Astronomîyê ya Fîlîpînanê (PAGASA) ragihand ku bager bi leza 10 kîlometreyan ber bi bakurê rojavayê ve diçe.

Rayedaran diyar kirin ku tê texmînkirin ku bagera herî dereng sibe serê sibê li herêmên bakurê welat bibare.

Welatîyên ku li herêmên bi rîsk dijîn, hat hişyarkirin ku ji bayê xurt, lehî û şimitîna axê re amade bin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir