• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Karwana Hêvîyê li Mêrdînê ji 250 malbatan re alîkarîya zexîreyan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ku li Mêrdînê di navbera feqîr, mihtac, êtîm û xêrxwazan de dibe pira hêvî û dilan, rûyê bi sedan malbatan kêfxweş kirin.

Serokê Mêrdînê yê Karwana Hêvîyê Abdulazîz Onen derheqê alîkarîya ku hat kirin de axivî, destnîşan kir ku ew bi desteka xêrxwazan ji 250 malbatên mihtac re lazimatîyên wan temîn kirin û ew ê xebatên xwe yên bi vî rengî jî bidomînin.

Onen îfade kir ku ew rûyê bi sedan feqîran kêfxweş kirine, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê, alîkarîya zexîreyê ya ku em her meh bikartînin vê mehê jî ji malbatên xwe yên êtîm û mihtacan re bikar anît. Me vê mehê lazimatîya 250 malbatên xwe temîn kir, bi vê şeklê em bûn wesîleya kêfxweşbûna rûyê wan. Em van xebatên xwe bi tevî desteka xêrxwazan bikartînin.”

Onen di axavtina xwe de bang kir ku bila alîkarîyan bikin, “Weke ku hûn jî dizanin û dibînin em ketine nav mehên zivistanê. Malbatên me yên êtîm û mihtac di mehên zivistanê de zehmetî û zorîyên dijwar dijîn. Weka ku me salên berê dikir em ê vê salê jî ji wan re alîkarîyên xwe bikarbînin, bi îzna Xwedê em ê alîkarîyên komir, êzing û cil û bergan bikin. Xêrxwaz jî dikarin ji van xebatên me re destekê bidin. Ji ber vê yekê em jî ji xêrxwazên xwe re bang dikin ku bila piştgirîyê bidin me.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir