• DOLAR 34.428
  • EURO 36.44
  • ALTIN 2842.272
  • ...
Li Pakistanê hejmarê weqayên felca zarokan derket 46 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Pakistanê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku li wîlayeta Belucistana başûrrojavaya welat weqayekî nû ya felca zarokan hat ragihandin û temamê hejmarê weqayan derket 46 kesan.

Laboratûwara Referansa Herêmî ya Polio Eradikasyon ku girêdayê Enstîtûya Tenduristî ya netewî ya Pakistanê ye, rast kir ku li herêma Qila Saifullaha ku girêdayê wîlayeta Belucistanê ye weqayekî poliovirüs tip 1 (WPV1) hatîye tespîtkirin.

Wezareta Tenduristîyê, derheqê vîrûsa WPV1ê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ber vê vîrûsê li herêma Qila Saifullahê weqayekî nû hatîye tespîtkirin, heta niha li Belucistanê 23, li wîlayeta Sindha başûr 12, li bakurrojavaya Xeyber Paxtunwayê 9 û li wîlayeta Pencapa rojhilat û Îslamabadê 1 weqa hatine ragihandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir