Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir: 6 mirî 24 birîndar
Di êrîşa fuzeyî ya ku ji bajara Zaporijyaya Ukraynayê re li dar xist de 6 kes mirin, 23 kes jî birîndar bûn.
Walîyê Zaporijyayê Ivan Fedorov, di daxuyanîya ku li Telegramê belav kir de, daxuyand ku hêzên Rûsyayê êrîşî Zaporijyayê kirine.
Di êrîşê de 6 kes mirine, 24 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku di heman demê de ji tesîsekî binesazîyê re jî êrîşek hat lidarxistin, di encamê de şewat derket û hat vemirandin. (ÎLKHA)