• DOLAR 34.59
  • EURO 36.261
  • ALTIN 2988.489
  • ...
Sîyonîstên îşxalker, li Şerîaya Rojavayê di mala ku dorpêç kiribûn de Filistînîyekî şehîd kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sîyonîstên îşxalker, ji êvarê heta serê sibehê ji gelek cîhan re êrîşan pêk anît. Edresa êrîşan Tubas, Kalkîlya û Kabatîya bû.

Kujerên îşxalker malek li bajarokê Tamûn ê li başûrê bajarê Tûbasê dorpêç kirin û bi çeka antîtank “Energa” bombe kirin. Piştî ku kujerên îşxalker ji derdora malê vekişiyan, ekîbên tenduristiyê cenazeyê Filistînîyekî perçekirî û nediyar ji hundirê malê derxistin.

Di heman demê de kujerên îşxalker bi buldozerên şopdar êrîşî Kampa El-Faria ya li başûrê Tûbasê kirin. Buldozerên li ser ceddeya sereke hatin bicihkirin kolan û binesaziya wê hilweşandin. Îşxalkeran bi ser hin malên li nava kampê de girtin û li kolanan bênavber gulebaran kirin.

Li bajarê Qelqelîyê jî di ser kolana El-Wad, herêmên El-Marec û Hîllet Nawfel û hin malan de girtin.

Kujerên îşxalker avêtin ser bajaroka Kabatiya ya li başûrê Cenînê, ketin û derketina bajarok girtin, bi ser malan de girtin û bi dozeran binesaziya wê hilweşandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir