• DOLAR 34.55
  • EURO 36.015
  • ALTIN 3006.52
  • ...
Xêrxwazek hemû debara xwe ya ji baxçeya zeytûnê bexşê mihtacan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bexşa ku ji Komeleya Bûrsa ya Karwana Hêvîyê re hatîye kirin, ji ber ku xêrxwazekî xwestîye ku temamî hilberîna zeytûnên xwe bexş bike pêk hatîye.

Temsîlkarên komeleyê, ji bona ku zeytûnan bifroşin û bikin pere çûn baxçe û zeytûnan kom kirin. Bi vê şeklê pereya ku bê bidestxistin ew ê ji mihtacan re wek alîkarekî bê xerckirin.

“Hilberîna ku hat bidestxistin, ew ê ji malbatên êtîm û mihtacan re bê gihandin”

Alîkarê Serokê Komeleya Bûrsa yê Karwanê Hêvîyê Rahmetullah Durgun îfade kir ku xêrxwaz naxwaze bê diyarkirin û dûre Durgun weha got, “Îro, bi mînakeke mezin a başîtîyê re rûbirûne. Xêrxwazekî ji xwe re biryar girtîye ku ew ê hemû zeytûnên xwe yên di baxçeyên xwe de ji malbatên mihtac re bexş bike. Me jî vê bexşa ku meneya wî gelek zêde ye qebûl kir û wek Komeleya Karwana Hêvîyê bi tevî dildarên xwe ji bona ku hilberînan bidestbixin dest bi xebatê kirin. Em bi tevî dildar û endamên xwe çûn baxçe û zeytûnan kom kir. Ev hilberîna ku me bidestxist, ew ê di rojên me yên pêş de ji mihtacan re bê gihandin. Xwedê ji vê xêrxwazên me razî be.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir