• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Rejîma îşxalker li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne: 20 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Beyt Lahîa li bakurê Xezzeyê di êrîşa ku ji teref artêşa bi navê rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat kirin de herî kêm 20 kes şehîd bûn.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne, hat destnîşankirin ku xebatên ji bo rizgarkirina sivîlên di bin xirbeyan de mane dewam dikin.

Beyt Lahîya serê sibê careke din hedef hat girtin û di êrîşan de herî kêm 7 kes hatin qetilkirin.

Hat ragihandin ku di meha dawî de di êrîşên dijwar ên sîyonîstên îşxalker li bakurê Xezzeyê de herî kêm 1800 kes şehîd bûne û zêdeyî 4 hezar kes jî birîndar bûne.

Artêşa îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li dijî Xezzeyê didomîne û di encamê de zêdeyî 43 hezar û 374 kes şehid bün û zêdeyî 102 hezar û 261 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hê jî cenazeyên bi hezaran şehîdan di bin xirbeyan an jî li ser rêyan de ne û tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir