• DOLAR 34.605
  • EURO 36.286
  • ALTIN 2931.352
  • ...
Weqfa Êtîman li Tanzanyayê bernameya Mewlûdê li dar xist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tanzanyayê Mewlûda Pîroz ev bû mehekî ye berdewam dike. Di bernameyên ku hezkirina ji Hezretî Pêxember re têne nîşandan di nav hewayekî cejnê de derbas dibe. Ciwan-îxtîyar, zilam-pîrek ji 7ê heta 70î hemû kes van rojên xweş di nav kelecanê de pêşwazî dikin.

Temsîlkarîya Weqfa Êtîman li welat ji feqîran re goştê qurbanê belav dike, di alîyekî de jî ji xwendekarên medreseyê re Qurana Pîroz belav dikin, di alîyekî de jî gelê li wê derê kêfxweş dikin.

Li welat ji nirxên menewî re qîmetek xweş tê nîşandan, ji teref hikumeta Tanzanyayê ve ji Misilmanên ku nîvê nifûsê ji wan pêk tê re hêsanîyek tê nîşandan.

Li welat dema ku hefteya mewlûdê tê, ji bo hefteyekî tetîl tê îlankirin. Encax xelkê welatê van bernameyan di nav hefteyekî de nahêlin û belavê mehekî dikin, bi bernameyên cuda vê Mewlûdê pîroz dikin.

Weqfa Êtîman ku ev bû mehekî ye li Tanzanyayê fealîyetan li dar dixe li herêmên Mtoni û Kinondoniyê bernameyên Mewlûda pîroz tertîp kirin. Fînala van bernameyan jî li herêma Mikocheni  ku nêzê Daruselama paytext e li dar xistin.

Weqfa Êtîman ku bi tevî xelkê herêmê platformekî danî, hem organîzatortîya bernameyê girtin ser xwe hem jî ji xelkê re goştên qurbanê belav kirin û wan kêfxweş kirin.

Temsîlkarê Tanzanyayê yê Weqfa Êtîman Abdulvahap Kaplan derheqê fealîyetan de agahîyan da û weha îfade kir:

“Em di nav mehekî de li Tanzanyayê 3 caran bernameya Mewlûda Nebî li dar dixin. Em îro li herêma Mikocheniyê ne. Berîya li vê derê jî em li Mtoni û Kinodoniyê bûn. Bi îzna Xwedê ew ê ev bernameya sêyemîn jî gelek xweş derbas bibe.”

Kaplan derheqê armanca tertîpkirina van bernameyan de jî axivî û weha got, “Armanca me; em dixwazin ku hezkirina Pêxemberê me bikin nav dilê wan, bi tevî mewlûd, îlahî  û axavtinên ku bikin.”

Kaplan bal kişand ku Misilmanên Tanzanyayê ji nirxên xwe yên menewî re gelek girêdayî ne.

Kaplan, “Van xûşk û birayên me yên ku bi hezaran kîlometre dûrê me ne çiqas jî di alîyê meddî de feqîr bin me dît û dibînin ku di warê menewî de gelek dewlemend in û ji nirxên xwe yên dînî û Îslamî re bi dil û can girêdayî ne. Xebat û micadeleyên wan ê di vî warî de mirovan gelek şanaz dike. Misilmanên li vê derê bi rastî jî ji bernameyên Mewlûda Nebî re gelek eleqeyekî mezin nîşan didin û ehemmîyetekî nîşan didin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir