Li Rihayê tir û mînîbûs li hev qelibîn: 10 birîndar
Li navçeya Eyûbîya Rihayê tirek û mînîbûsek ku rêwî di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran 10 kes birîndar bûn.
Qeza, di seatên êvarê de li nêzê Sîteya Senayî ya Evrenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa rêwîyan û tirekî li hev qelibîn. Di encama li hev qelibîna wesayîtan de 10 kesên ku di nav mînîbûsê de birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)