Li Parîsê bi bivirê êrîş hat kirin: 4 birîndar
Li Parîsa paytexta Fransayê di trêna banlîyoyê de şer derket, di encamê de 4 kes bi bivirê birîndar bûn.
Polêsê Parîsê diyar kir ku li derveyê Parîsê di îstasyona Ozoir-la-Ferrièreyê de şer derket û di encamê de 4 kes bi bivirê birîndar bûn, rewşa du birîndaran giran e.
Hat destnîşankirin ku ji birîndaran yek destê wî jêbûye û yekî dinê jî serê wî qelişîye, herduyên dinê jî sivik birîndar bûne.
Hat îfadekirin ku ji şer re hinekên wan zarok gelek kes tevlî bûne. (ÎLKHA)